Ukraynayê 32 balafirên bêmirov ên Rûsyayê xistin xwarê

Ukraynayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî ji 46 balafirên bêmirov ên biçek ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, 32 balafir xistine xwarê.

Ukraynayê 32 balafirên bêmirov ên Rûsyayê xistin xwarê
27 kanûn, 2023   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Asîmanî yên Ukranyayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî duh êvarê ji 46 balafirên bêmirov ên biçek ên Rûsyayê yên ber bi xaka wê ve hatine avêtin, 32 balafir xistine xwarê.

Hêzên Asîmanî bi rêya Telegramê daxuyand ku piraniya balafirên nehatine xistin, li eniyên li herêmên rojhilat û rojavayê Ukranyayê bi taybetî li herêma Kheresonê daye.

(bb)