Trump û Putin civiyan: Ji bo Ukraynayê agirbest derneket

Di civîna  dîrokî ya li Alaskayê di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, ti gavên berbiçav ji bo agirbest an çareseriyê nehatin avêtin.

Trump û Putin civiyan: Ji bo Ukraynayê agirbest derneket
16 tebax, 2025   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê, bi qasî 3 saetan dom kir. Piştî hevdîtinê her du serokan daxuyaniyek çapemeniyê da, bal kişandin ser pêşketinan, lê nehat zanîn di kîjan mijaran de li hev kirine.

Putîn ku di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, got; “Dan û standinên me di atmosfereke avaker û rêzgirtinê de derbas bûn. Gelekî berfireh û bi sûd bûn."

Putîn ragihand ku wê lihevtêgihiştina ku çêbûyî rê li ber aştiya li Ukraynayê veke û got; “Divê Ukrayna û Ewropa ti astengiyan li pêşiya aştiyê” dernexînin.

Putin dawiya axaftina xwe de got ku ew hêvî dike ku carek din li Moskovê bicivin.

Donald Trum jî got; “Civîneke me ya gelekî berhemdar hebû û li ser gelek xalan lihevhatin çêbû. Hejmareke gelekî kêm maye ku em li ser li hev bikin.”

Trump da zanîn ku ew li ser xalên hatine diyarkirin negihiştine lihevkirinê, lê derfetek baş ji bo gihiştina lihevkirinê heye.