Trump: Eger pêwîstî pê hebe em ê dîsa bikin

Serokê DYA'yê Donald Trump ji bo êrîşa li ser navendên nukleerî yên Îranê got: "Eger pêwîstî pê hebe em ê careke din bikin."

Trump: Eger pêwîstî pê hebe em ê dîsa bikin
22 tîrmeh, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî di bernameya televîzyonekê de ji bo êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê got:"Xisareke cidî heye, navend hatin tinekirin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe medya dijital yê Truth Socialê de, bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku ji Fox Newsê re li ser êrişa Amerîkayê ya li dijî Îranê axivî bû.

Trump diyar kir ku Ebas Eraqçî li ser tesîsên nûkleerî yên Îranê gotiye, ziyanek gelekî mezine, tesîs hatine têkbirîn” û got: “Bê guman wisa ye, tam wekî ku min gotiye û eger pêwîst bike em dê dîsa bikin.”

Hêjayî gotinê ye Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Fox News ya Amerîkî re axivî bû û ragihandibû ku wê Îran dev ji bernameya dewlemendkirina uranyûmê bernedin.

Hêjayî gotinê ye di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê, di navbera Îsraîl-Îranê de şer derketibû. Amerîkayê jî herî dawî di 22’yê Hezîranê de êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê yên Natanz, Fordo û Esfehanê kiribû.