TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi Yekitiya Kedkar û Ajokaran a Kantona Cizîrê re, têkildarî rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên nû yên li Sûriyeyê û rewşa rêxistinî, civînek li dar xist.

TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
TEV-DEM'ê bi ajokaran re civînek li dar xist
21 ÇILE, 2025   14:20
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji Yekitiya Kedkar û Ajokaran a Kantona Cizîrê re, têkildarî rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û rewşa rêxistinî, li Hola Serdem a bajarê Hesekê civînek li dar xist.

Endam û rêveberên TEV-DEM'ê, gelek kedkar û ajokar di civînê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed axivî.

Remziye Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku armanca êrişan şikenandina vîna gel e. Her wiha anî ziman ku hedefa êrişan ew e ku li herêmê bi guhertinên demografîk têkbirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Remziye Mihemed di berdewama axaftina xwe de îşaret bi berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê kir û destnîşan kir ku bi saya berxwedana şervan û gel, dikarîbûn hemû êrişên dagirkeran têk bibin û diyar kir ku berxwedana heyî bi tevahî cîhanê daye xuyakirin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo tevahî Sûriyeyê, projeya herî guncaw e.

Remziye Mihemed bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser û got: “Armanca me ya destpêkê parastin e û guhertina pergala desthilatdariyê ye. Ji bo guhertina pergala desthilatdariyê me ji komîn, meclis û hemû saziyan ji nû ve dest bi rêxistinkirinê kir û ev yek bû bingeha şoreşa me.”

Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîstî bi bilindkirina berxwedanê heye ku ji bo herêmên dagirkirî werin rizgarkirin da ku gelên koçber vegerin ser xaka xwe.”

Civîn bi nirxandinên rewşa rêxistinî berdewam kir.

ANHA

(bm-zş)