Keça Bavê Teyar: Bavê min rêhevalên min bû

Keça Bavê Teyar Leyla Cûma Îbrahîm ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê peyam şand û got: "Bavê min ê ku PKK'ê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin. Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in.”

Keça Bavê Teyar: Bavê min rêhevalên min bû
21 ÇILE, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm bi nasnav Amara ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

 Leyla Cûma Îbrahîm di peyama xwe de wiha got:

 “Di serî de serê Serokatî û serê Gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Ew ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû. Têkoşîna ku wî heta niha dida, me dît ku Gelê Kurdistanê îro xwedî li wê têkoşînê derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide.

 Berî ku şehîd bikeve, di gotinên xwe yî dawiyê de wiha got ‘Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li vir in’. Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrê yên wî derdikevin. Ew meşale ya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê.

 Bavê min ê ku PKK'ê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Ew bû vesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim. Em wek girtîyên jin ên Girtigeha Erzînganê, ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd ketine sersaxî dixwazin. Ji 7'an heta 70'ê serê Gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxi dixwazin.

Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in.

Şehîd namirin...

 Girtîyên PKK û PAJK'ê yên Girtîgeha Erzîngan ê

 Silav û rêzên şoreşgerî.”