Têkildarî rola rewşenbîran di civakê de panel

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê der barê rola rewşenbîran di civaka xwe de panelek li dar xist.

18 ÇILE, 2025   23:25
HESEKÊ

Navenda Lêkolînên Ol û Baweriyan a Kongreya Îslama Demokratîk paneleke diyalogê bi navê "Rol û nêrîna rewşenbîran di Sûriyeya nû de" li parka xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê paneleke diyalogê organîze kir.

Di panelê de bi dehan oldar, şêx, rewşenbîr, endamên saziyên sivîl û nûnerên rêxistinên jinan beşdar bûn.

Di panelê de li ser girîngiya damezirandina Kongreya Îslama Demokratîk û rol jinan û rewşenbîran di civakan de hat nîqaşkirin.

Mela Ebdurehman Bedirxan bal kişand ser rêxistina Kongreya Îslama Demokratîk, girîng û pêwîstiya damezrandina wê li herêmê û got: "Kongreya Îslama Demokratîk ji bo fikra olî li herêmê bi rê ve bibe hat avakirin. Ji ber ku, piştî derbasbûna fikrên îdia îslamê dikin, hin fikir hatin guhartin."

Bedirxan wiha domand: "Ji cihê yekemîn ku em berê xwe bidinê mizgeft in. Ji ber ku di mizgeftan de em dikarin fikrên li ser ola îslamê biguherin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Sultan Temo jî diyar kir ku Îslama demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin li ser bingeha Îslama di serdema pêxember de ye.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Leyla Bonceq destnîşan kir ku di serdema pêxemberan de jin xwedî rol û azadî bûn û hezretî Muhemed jî di hemû mijaran de bi hevjîna xwe Ayşe dişêwirî û got: "Piştî wê rola jinan hat reşkirin û tenê di karên malê de hat sînordarkirin."

Serokê Navenda Lêkolînan a Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Hesen diyar kir ku Kongreya Îslama Demokratîk li gorî tu dibistanîn îdeolojî tev nagere, lê belê ew hemû şepêlên îdeolojî û feqehî bi awayekî wekhev dibîne.

Enamê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Mihemed Taha diyar kir ku bingehên Îslamê hezkirin, xêrxwazî û aştî ye û ev yek li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav hemû pêkhateyan de li ber çavan e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Ebdulwehab Pîranî li ser girîngiya biratî û hevduqebûlkirinê axivî û got: "Stûna li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biratî û hevqebûlkirin e û zirar negihandin hev du ye."

Beşdaran diyar kir ku erkê rewşenbîran e ku derew û fîtneyên ku tên derxistin red bikin, rastiyan vebêjin, şaşiyan rast bikin û şîrove bikin, fikrên rast û durist belav bikin û pêşî li şerê taybet bigirin.

(mh/fr)

ANHA