Li Hesekê çeteyê ku gelek êriş pêk anîn, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyê ku beşdarî gelek êrişên dijî hêzên ewlehiyê bûye, li Hesekê girt û gelek çek û cebilxaneyên li gel wî hatin desteserkirin.

Li Hesekê çeteyê ku gelek êriş pêk anîn, hat girtin
18 ÇILE, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê pêkanîna operasyonekê li bajarê Hesekê û girtina çeteyekî ji şaneyên terorîst da daxuyaniyekê da. 

"Dezgeha Ewlekariya Giştî ya bajarê Hesekê bi beşdariya hêzên "HAT" li gundê Micêbra yê rojhilatê Hesekê, di saetên sibeha îro de operasyoneke serketî pêk anî, di encamê de endameke şaneyên terorîst ên girêdayî çeteyan û MÎTˋa Tirk girt.

Piştî ku agahiyên rast ên istixbaratî yên der barê beşdarbûna wî çeteyî di gelek êrişên li dijî bendên kontrolê yên hêzên me de hatin girtin, ev operasyon pêk hat.

Di encama vê operasyonê de ew terorîst hat girtin, çek û cebilxaneyên di destê wî de hatin desteserkirin û ev in:

Klaşînkov: 1

Rexta leşkerî: 1

Guleyên kilaşînkovê: 139

Çerçorên kilaşînkovê: 5

Bombeya destan: 1

Tifingên nêçîrê: 3

Telefonên destên ên (smart): 5

Telefonên destan ên normal: 2

Tablet (Ibad): 1

Hêzên me piştrast kir ku operasyon di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo ewlekirina bajar û xurtkirina aramiyê de pêk hat. Der barê naskirina tora şaneyan û planên wan ên terorîst lêpirsînên dewam dikin.

Hêzên me bang li hemû welatiyan dikin ku der barê her tevgereke bigûman de agahiyên bidin saziyên ewlehiyê."

(fr)