Sîpan Hemo êrişa li dijî baregeha Xerab El Cîr şermezar kir

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî Sîpan Hemo êrişa li dijî baregeha El Cîr ji hêla komên çekdar ên Iraqê ve şermezar kir û rayedarên Iraqê berpirsiyar dît.

Sîpan Hemo êrişa li dijî baregeha Xerab El Cîr şermezar kir
23 adar, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî li herêma rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) bi postekê li ser Xˊa xwe êrişa li dijî baregeha El Cîr a li bajarê Rimêlanê yê herêma Cizîrê ji hêla komên çekdar ên Iraqê ve şermezar kir û rayedarên hikumeta Iraqê berpirsiyariya êrişê dît.

Sîpan Hemo diyar kir ku "Em êrişa li ser baregeha Xerab El Cîr li herêma rojhilat şermezar dikin, ku îşev bi mûşekên ku ji axa Iraqê hatine avêtin pêk hat. Em rayedarên Iraqê bi tevahî û rasterast ji vê kiryarê berpirsiyar dibînin. Ji ber ku ew di kontrola axa xwe de û di pêşîgirtina li bikaranîna wê ji bo êrişên ku ewlehî û axa me tehdît dikin de aciz in. Ji ber êrişê ziyanên madî çêbûn, lê di nav leşkerên me de tu birîndarî çênebûn. Em bang li wan dikin ku tavilê û bi awayekî aktîv berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û tedbîrên tund û biryardar bigirin da ku pêşî li dubarebûna binpêkirinên bi vî rengî bigirin."

Komên "Muqaweme El Îslamiyê ya Iraqê" êrişa li dijî baregeha Xerab El Cîr a li bajarê Rimêlanê girt ser xwe û got wan bi mûşekan êriş pêk aniye.

Tê zanîn ku hêzên hikumeta demkî, di çarçoveya kêmkirina xwe ya leşkerî li xaka Sûriyeyê, beriya demkê di vê mehê de, ji baregeha Xerab El Cîr vekişiyabûn.

(fr)