Şeybanî: Şam bi rêya DYA’yê bi Îsraîlê re dan û standinan dike

Wezîrê karên derve yê hikumeta demkî Esed El Şeybanî got Şam bi navbeynkariya DYA’yê bi Îsraîlê re dan û standinan dike û xwest dan û standin bibin “wesîleya peymaneke aram û berfireh”.

Şeybanî: Şam bi rêya DYA’yê bi Îsraîlê re dan û standinan dike
13 gulan, 2026   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şeybanî  îro di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di ‘Foruma Koordînasyona Hevkariyê ya di navbera Yekitiya Ewropayê û Sûriyeyê de" ku li Brukselê hat lidarxistin, ji Euronewsê re axivî.

Şeybanî anî ziman ku Îsraîlê ji 8'ê Çileya 2024'an vir ve gefên xwe li ser aramiya Sûriyeyê û hedefkirina binesaziya leşkerî û sivîl bi hincetên qels û nepêbawer nesekinandine. Şeybanî got Sûriye aştiyê dixwaze, ne ku normalîzekirinê.

Şeybanî diyar kir ku Şam bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi Îsraîlê re dan û standinan dike û hêvî kir ku dan û standin bibin wesîleya peymaneke aram û berfireh ku rêzê bide serdestiya Sûriyeyê.

Şeybanî her wiha anî ziman ku Sûriye dixwaze lihevkirineke ewlehiyê bi Îsraîlê re çêbe ku rêzgirtina serweriya her du aliyan misoger bike û îstîqrarê biparêze û got “Sûriye normalîzekirina bi hêza çekê yan bi zextên siyasî red dike." Her wiha ji Îsraîlê xwest ji xaka Sûriyeyê ku ji sala 2024'an ve ketiyê, vekişe.

(bb)