Mamosteyan banga xwedîderketina li ziman kir

Mamosteyên li bajarê Til Temirê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku doza neteweya Kurd di qonaxeke nû de ye û daxwaza bi fermî naskirina zimanê kurdî kir.

Mamosteyan banga xwedîderketina li ziman kir
13 gulan, 2026   13:12
HESEKÊ

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan bi amadebûna bi dehan mamosteyên Kurd û Ereb hate dayîn. 

Mamoste Hêvîdar Mihemed Elî bi zimanê kurdî û mamoste Rodî Roso bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e. Îşaret bi girîngiya 15’ê Gulanê hat kirin û wiha hat gotin: “Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî em vê roja dîrokî li gelê Kurd û hemû mirovahiyê li têkoşer, azadîxwazên doza Kurdistanê ku ji bo vê dozê têkoşiyane, pîroz dikin. Hevdemî van guhertinên ku li herêmê rûdidin û bi saya keda bênavber a şehîd û xebatkarên îro doza neteweya me, ketiye qonaxeke nû. Êdî dem hatiye ku destkeftiyên şoreşa me ya ji bo zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin.

Deskeftiyeke pîroz ku em dixwazin mayînde bikin, mafê bikaranîna ziman ê kurdî ye, ziman nirxekî Kurdan ê herî bilind e divê ku di vê di destûrê de bi fermî bê naskirin. Her wiha pêwist e ji ber salên tunekirin û qedexekirinê ji hemû aliyan ve were pejirandin. Di rewşa dawî ya ku li herêmên me diqewimin de diyar e ku hikûmeta demkî dixwaze ziman û çanda kurdî tune bike. Mînaka herî mezin û berbiçav ew e ku tabloyên li ser saziyên dadwerî bi zimanê Erebî tên nivîsandin. Wiha dixwazin pêşeroja zimanê me tarî bikin.

Di van salên dîrokî û çarenûsî de, em hemû şehîdên doza azadiyê û tevahî xebatkarên zimanê Kurdî bi rêz û kêfxweşî bi bîr tînin. Em wek mamosteyên zimanê kurdî yên bajarê Til Temirê soza têkoşîna ji bo zimanê kurdî dubare dikin.

Em bang li civaka xwe dikin ku bi boneya vê roja pîroz, li zimanê kurdî xwedî derkevin. Bila hemû rojên me rojên zimanî bin, barê zimanê xwe divê em bi hev re hilgirin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Ziman rûmet û nasnameya me ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.