Sewqiyata leşkerî li Amêdiyê dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê, êriş, dagirkirin û sewqiyata leşkerî ya li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Duh bi şev jî liv û tevgerek zêde ya leşkerî hebû.

Sewqiyata leşkerî li Amêdiyê dewam dike
16 tîrmeh 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li bihevkariya PDK’ê bê navber dewam dike. 

Li gorî ajansa Rojnewas’ê Duh bi şev jî dewleta Tirk a dagirkirin sewqiyata leşkerî dewam kirine. Li gorî dîmenan tê dîtin ku karwanek mezin ya artêşa Tirk li gundê Guherzê ya Amêdiyê derbaz dibe.

 Tê dîtin ku bi dehan wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker ji gund derbaz dibin.

lê li gorî agahiyan amûrek ku girêdayî artêşa Tirke, ji hewave hatiye xistin.