Şervanê QSDˋê Îbrahîm El Necim hat oxirkirin

Xelkê kantona Tebqa cenazeyê şervanê QSDˋê Îbrahîm El Necim defin kir û got ew ê ji bo şopandina armancên şehîdan heta têkbirina êrişan berxwedanê mezin bikin.

15 ÇILE, 2025   17:35
TEBQA

Bi sedan xelkê kantona Tebqa, koçberên Şehba û Efrîn, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ebû Hîlal (Îbrahîm El Necim) li goristana şehîdan bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqa Ehmed El Omer sersaxî da malbata şehîd û tevahî şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û got: "Em îro li tevahî eniyan ji bo parastina projeya demokratîk a li herêmê berxwedaneke mezin û destanên lehengane dibînin."

El Omer wiha domand: "Em careke din li beramber astengiyên mezin bi sekneke xurt disekinin heta ku serketinê qezenc bikin."

Li aliyekî din jî rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk a Tebqayê Bozan Hemo axivî û got: "Xweda jî şehadet xistiye cihê herî pîroz."

Her wiha rêvebera Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Şêrîn Mûsa soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir û got: "Em deyndarê şehîdan in. Em ê ji bo pêkanîna armancên wan tê bikoşin, dijmin têk bibin û xaka xwe rizgar bikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA