Sersaxî ji malbatên 4 cangoriyan re xwestin

Bi sedan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest.

11 sibat, 2025   15:35
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û gund û bajarokên wê sersaxî ji malbatên şehîd Welat Êriş, Zana Qamişlo, Reşo Qamişlo û Mihemed Cimo re xwest.

Konê sersaxiyê li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat danîn û di bin kon de merasîmek hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û banga hevgirtin û şopandina rêya şehîdan li welatiyan kir.

Ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Macid Qamişlo axivî û diyar kir ku dê têkoşîn û şopandina rêya şehîdan bidomînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanên QSD’ê Welat Êriş (Hikmet Îbo) 1’ê Çileyê, Zana Qamişlo (Ferîd Derwîş) 8ˋê Sibatê di êrişa dewleta Tirk a dagirker çeteyên wê de li bajarê Eyn Îsayê de şehîd bûbû, Reşo Qamişlo (Hejar Mihemed) 4ˋê Sibatê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû. Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Cimo 2’ê Kanûna 2024’an li Şehbayê şehîd bû.

(bb)

ANHA