44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin

Koma yekemîn a penaberên iraqî ku ji 44 malbatan pêk dihat, ji kampa Roj derketin û ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
44 malbatên iraqî ji kampa Roj derketin
11 sibat, 2025   15:11
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de, îro beşa yekemîn a malbatên iraqî ji Kampa Roj a li bajarê Dêrikê derket û ber bi cih û cihên wan ve ketin rê.

Beşa yekemîn a penaberên ji kampa Rojê derketin ji 44 malbatan (nêzî 184 kesan) pêk dihat. Penaberên iraqî dê li kampa Ceda ya parêzgeha Nînovayê werin veguhestin.

Di Kampa Roj a 24’ê Hezîrana 2015’an hate avakirin 2 hezar û 664 kes an ku 861 malbatan hene.

Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayîq Cabiro îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de gotibû dê vegerandina Iraqiyên li kampa Holê bidin rawestandin.

(bb)

ANHA