Sersaxî ji malbatên 3 cangoariyan re hat xwestin
Xelkê Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baharîn Dêrsim, şehîd Bîrhat Cîlo û şehîd Serbest Heleb.
Endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Helebê jî di nav de, xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbatên şehîdan Baharîn Dêrsim, Bîrhat Cîlo û Serbest Heleb re xwestin. Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li Şêxmeqsûdê hat vedan.
Gerîlayên HPG′ê Baharîn Dêrsim 23′ê Mijdara 2021′ê li herêma Gerzanê û Bîrhat Cîlo Adara 2023′an li Zapê şehîd bû. Her wiha şervanê Hêzên Komandos ê QSD′ê Serbest Heleb 11′ê vê Midarê di encama qezayê de şehîd bû.
Di merasîmê de bavê şehîd Çekdar Efrîn, ji bo mîsogerkirina azadiyê soza domandina têkoşînê da û got: "Em hîna zarokên xwe bidin heta serkeftinê mîsoger bikin. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û gavan paşde navêjin."
Endama Koordînasyona Kongra Satar Rojîn Mûsa banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha domand: "Divê em bi meşa li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah tê bikoşin, ji ber ku ev fikr û feslefeya Rêbertî rêya yekane ya bidestxistina azadiyê ye."
Piştî beşdaran li qeydên dengan ên şehîd Baharîn Dêrsim û şehîd Bîrhat Cîlo guhdarî kirin.
(bb)
ANHA