Herî zêde zarokên Sûriyeyê dibin qurbaniyên mayînan

Li gorî rapora rêxistina Çavdêriya Mayînan a têkildarî bîlançoya 2022`yan, nîvê qurbaniyên mayînan li cîhanê zarok in, piraniya wan jî zarokên Sûriyeyê ne.

Herî zêde zarokên Sûriyeyê dibin qurbaniyên mayînan
14 mijdar 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Çavdêriya Mayînan ku rêxistineke ne hikumî ye raporek belav kir. Li gorî rapora rêxistinê, sala borî (2022) ji ber teqîna mayînan û bermahiyên şer hezar û 661 kes hatine kuştin, 3 hezar û 15 kes jî birîndar bûne.

Li gorî raporê, ji sedî 85`ê qurbaniyan sivîl in, nîvê wan zarok in û hejmara herî mezin a wan zarokan ên Sûriyeyê, piştre Ukrayna û Yemenê tên.

Ev sala 3`yemîn e li ser hev ku hejmara herî zêde ya qurbaniyan ji Sûriyeyê ye (834 kes), piştre Ukrayna di rêza duyemîn de tê (608 kes).

Di raporê de hat gotin: “Bandora wêranker a mayîn û bermahiyên şer li ser sivîlan, careke din di bîlançoyên qurbaniyan ên sala 2022`yan de xwe da der.”

(c)