Serokkomarê Lubnanê: Em bi êrişên hovane yên Îsraîlê re rû bi rû ne

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn, piştî êrişên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê û kontrolkirina Şiqêf a stratejîk diyar kir ku welatê wî bi ‘êrişên hovane’ ku divê bên şermezarkirin re rû bi rû ye.

Serokkomarê Lubnanê: Em bi êrişên hovane yên Îsraîlê re rû bi rû ne
1 hezîran, 2026   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn li ser platforma medyaya civakî X’yê  êrişên Îsraîlê yên li ser welatê xwe bi tundî rexne kir.

Awn anî ziman ku Lubnan bi ‘êrişên hovane’ re ku divê bê şermezarkirin re rû bi rû ye û got ku bi taybetî welatiyên li başûrê Lubnanê êşên mezin dikişînin.

KONSEYA EWLEHIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RÛNIŞTINA AWARTE LI DAR DIXE

Serokkomar da xuyakirin ku ew ê ji bo bidawîkirina zehmetiyên ku gelê Lubnanê dijî bixebite û ragihand ku li ser daxwaza Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê roja Duşemê rûniştineke awarte ji bo Lubnanê lidar bixe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, kontrokirina Keleha Şiqêf a li başûrê Lubnanê wekî pêşketinek girîng bi nav kir. Netanyahu, diyar kir ku ew armanc dikin ku kontrola xwe li ser deverên ku di bin destê Hizbullahê de ne berfireh bikin.