Li başûrê Ukraynayê zarokek hat kuştin, 11 kes birîndar bûn

Di êrişa dronên Ukraynayê ya li ser herêma Khersonê de zarokek hat kuştin û 11 kes birîndar bûn. Li bakurê Ukraynayê jî 40 hezar kes jî ji ber êrişeke Rûsyayê bê elektrîk man.

Li başûrê Ukraynayê zarokek hat kuştin, 11 kes birîndar bûn
1 hezîran, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî rûsî got duh droneke Ukraynayê li herêma Khersonê (beşa di bin kontrola Rûsyayê ya li başûrê Ukraynayê de) li avahiyeke niştecihbûnê xist, di encamê de zarokek hat kuştin û 11 kes birîndar bûn.

Waliyê herêma Khersonê (beşa di bin kontrola Rûsyayê de) Vladimîr Saldo yê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye tayînkirin der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kirin. Saldo da zanîn ku êriş li bajarê Henchimsk a li perava Deryaya Azovê pêk hat.

Şîrketeke enerjiyê ya Ukraynayê bi rêya Telegramê ragihand ku piştî êrişa Rûsyayê ya li ser herêma sînor a Chernihivê 40 hezar kes bê elektrîk in.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh di hevpeyvînekê de de gotibû ew dixwaze beriya zivistanê lihevkirina aştiyê bi Rûsyayê re çêbe.

(bb)