Serokê Koreya Başûr hate binçavkirin

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeolê danê siharê hate binçavkirin.

Serokê Koreya Başûr hate binçavkirin
15 ÇILE, 2025   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, rayedarên Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê (CIO) danê siharê serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, li xaniyê serokdewletiyê binçavkirine û ew ji bo îfadeyê birine Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê ya li Gwacheona li başûrê Seulê.

Bûyera binçavkirinê di dîroka Koreya Başûr de cara yekeme ku serokekî dewletê dema li ser kare tê binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye Yoon Suk Yeol 14’ê Kanûna 2024’an de rewşa awarte ragihandibû. Piştî wê Parlamentoya Koreya Başûr ji ber ku rewşa awarte dijî destûrê ye daxwaza desteserkirin Yoon Suk Yeol kiribû û ji ber vê ji kar hatibû dûrxistin.