Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê ket hefteya duyemîn

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê ket hefteya duyemîn. Serokê DYA'yê Trump banga "teslîmbûna bêşert" li Tehranê kir. Ji ber şer buhayê petrolê bilind bû. Metirsî hene ku qada şer berfirehtir bibe.

Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê ket hefteya duyemîn
7 adar, 2026   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê ket hefteya xwe ya duyemîn û girantir bûye û bandorên wê yên li ser aboriya cîhanê zêde dibin.

Artêşa Îsraîlê di çend saetên dawîn de pêleke nû ya êrişên hewayî li dijî Îranê pêk anî û hedefên li Tehranê kirin armanc. Li gorî raporên ji Îranê, balafirgeha Mehrabadê berbanga îro hat bombebarankirin. Çavkaniyên îsraîlî jî behsa bikaranîna bi dehan balafirên şer di êrişan de kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyona wê ya leşkerî de zirareke mezin li kapasîteya leşkerî ya Tehranê bû û daxuyand ku di hefteya yekemîn de ji sedî nêzî 80 pergala parastina hewayî ya Îran rûxiya û ji sedî zêdetirî 60 qaîdeyên avêtina moşekan hatin bêbandorkirin.

Li hember vê yekê, Îranê bi moşek û dronan Îsraîl û hin welatên Kendavê yên ku baregehên leşkerî yên DYA’yê lê hene bombebaran kirin. Îmarat, Kuweyt, Qeter, Behreyn û Erebistana Siûdî ragihand ku wan pergalên parastina hewayî aktîf kirine.

TRUMP BANGA ‘TESLÎMBÛNA BÊŞERT’ KIR

Serokê DYA’yê di peyama ku li Truth Social de hat weşandin, wekî her tim tîpên girdek bi kar anîn û got "Bi Îranê re lihevkirin tune ye, tenê TESLÎMBÛNA BÊŞERT mimkun e!”

Trump destnîşan kir ku heke teslîmbûn çêbe, DYA û "hevalbend û hevkarên wê yên wêrek ji bo ku Îranê ji hilweşînê rizgar bikin û ji hêla aborî ve bi hêztir bikin, dê ji her demû bêhtir bê westan bixebitin”.

Trump di parvekirina xwe de got: “Dê siberojeke mezin a Îranê hebe. Îranê dîsa mezin bikin."

ŞER GIHAŞT LUBNANÊ

Tevî şerê li dijî Îranê, artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li Lubnanê li dijî Hizbullahê berfireh kirine û şer dewam dike. Piştî hişyariyên valakirina tevahî taxên başûrê Beyrûtê, êriş li dijî taxên başûrê Beyrûtê û herêmên başûrê Lubnanê pêk anîn.

Piştî kuştina Elî Xamineyî nîqaşên siyasî zêdetir dibin. Serokê DYA’yê Donald Trump got divê ew “beşdarî pêvajoya diyarkirina lîderê bê yê Îranê bibe”.

Tehranê bi tundî ev gotinên Trump red kirin. Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrvanî got hilbijartina serokatiya Îranê dê “li gorî prosedurên destûrî û bi îradeya gelê Îranê tenê û bêyî destwerdana biyanî” pêk were.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku hin welatan ji bo rawestandina şer dest bi hewldanên navbeynkariyê kiriye. Lê agahiyên zêdetir li ser van welatan nedan.

PETROL BIHA DIBE

Ji ber girtina Tengava Hurmuzê ku yek ji rêyên enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê ye, bandor li ser aboriya cîhanê çêbû. Li ser vê yekê îndeksên borsayê li bazarên Ewropa û Amerîkayê kêm bûn. Di heman demê de buhayên petrolê gihaştin asta herî bilind.

(bb)