Komên hikumetê êrişî Siwêdayê kir

Hêzên hikumeta demkî bajarê Siwêdayê û gundewarên li rojavayê wê topbaran kirin. Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bersiva topbaranê da.

Komên hikumetê êrişî Siwêdayê kir
7 adar, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li rojavayê Siwêdayê bi cih bûne, bajarê Siwêdayê û derdora wê topbaran kirin.

Li gorî SOHR'ê, hêzên hikumetê devera Til Hedîd-Kenakir kir hedef û ji komên hikumetê yên li bajarokê Rîma Hazimê bi cih bûne, bi çekên giran bajarokên Itêl û Selîm û bajarokê Erîqa yê li rojava û herêma Mecabilê topbaran kirin.

SOHR'ê ragihand ku êriş ji şevê din heya saetên vê sibehê dewam kir û da zanîn ku top li malên sivîlan ên li navenda bajar ketin û destnîşan kir ku 23 top li taxên bajêr ketine.

Hate diyarkirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bersiva êrişan da û rê neda ku komên hikumetê ber bi taxên şêniyan ve bi pêş de herin.

(bb)