Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir

Şêniyên navçeya Til Koçerê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê YPG`ê Metîn El Qela bûn ku li Dêrazorê şehîd bûbû.

Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir
Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir
Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir
Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir
Şêniyên Til Koçerê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir
21 cotmeh, 2023   14:02
 QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Til Koçerê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlehiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star tev li merasîma sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Metîn El Qela (Silêman El Ehmed) bûn ku li Dêrazorê di 16`ê Cotmehê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li gundê El Qela yê rojavayê navçeya Til Koçerê hate vedan.

Di merasîmê de şervanê QSD`ê Xalid Mihemed axivî û sersaxî da malbata şehîd. Mihemed got: “Bi saya fedakariyên şehîdan gelê me li herêmê di nava ewlehî û aramiyê de ye. Em soz didin ku rêya wan berdewam bikin, heta hêviyên wan di azadiyê û serkeftinê de pêk bînin, dê tê bikoşin.”

Endama Kongra Star a Til Koçerê Fatme El Casim jî fedakariyên şehîdan ku di oxira pêkanîna jiyaneke birûmet de ji tevahî pêkhateyên herêmê re dane, silav kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê, Yasîm El Mihêmîd got: “Şehîdan, soz dan û sozên xwe di parastina welat de heta nefesa dawîn, anîn cih. Em bang dikin xwedî li vê têkoşînê derkevin. Ji me tê xwestin ku têkoşîn û berxwedanê xurttir bikin da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Her wiha endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino wiha axivî: “Parastina destkeftiyên şehîdan, erka pêşîn a têkoşîna me ya domdar e. Em amade ne di oxirê parastina projeya xwe ya li ser hezkirin, aştî û biratiyê ava bûye de, canê xwe feda bikin.”

Malbata şehîd Metîn El Qela soz dan ku heta serkeftin pêk were, têkoşînê mezin bikin.

(şx)

ANHA