Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Ziyad El Matar

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Ednan El Matar û soz da ku li ser şopa şehîdan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Ziyad El Matar
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Ziyad El Matar
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Ziyad El Matar
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Ziyad El Matar
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Ziyad El Matar
21 kanûn, 2023   16:30
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê ji bo şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Ednan El Matar merasîma sersaxiyê li dar xist. 

Şêniyên navçeyê, gundên derdorê, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîmê bûn ku li ser rêya di navbera Qamişlo û navçeyê de, hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef aixvî û sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha endamê Rêveberiya Navenda perwerdeyê ya Til Hemîsê Xelîl El Ehmed axivî û got bi saya fedakariyên şehîdan êrişên li dijî herêmê têk çûn.

Endama Kongra Star a Til Hemîsê Xaliye El Xidir jî got: "Şehîdan bi fedakariyên xwe serkeftin bû para projeya neteweya demokratîk."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seed Hilal wiha axivî: "Heta armancên şehîdan pêk bînin em ê tê bikoşin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Ziyad El Matar hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA