Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana li zindanên dewleta Tirk û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şehbayê bi dawî bû
21 kanûn, 2023   16:27
ŞEHBA

2 roj e bi sedan şêniyên Şehba û Efrînê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî berê xwe da konê greva birçîbûnê ku duh hatibû vedan. Ev çalakî di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de ku di 11′ê Cotmehê de dest pê kiribû, pêk hat.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo piştgiriya berxwedana li zindanên dewleta Tirk li Parka 4'ê Nîsanê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê konê çalakiyê vedabû.

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Reşîd di çalakiyê axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Berxwedana di hundirê zindanan de hişt îro em jî di greva birçîbûnê de bin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Her wiha em bêdengiya rêxistinên mirovî û CPT’yê şermezar dikin. Heta agahiyek ji Rêber Apo bê wergirtin, em ê her tim li qadan bidin.”

Her wiha endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrîn û Şehba jî Fûad Hesen wiha got: "Em ê ji bo Azadiya Rêber Apo her tim li qadan bin. Rêber Apo azadî û demokrasî fêrî me kirin. Em ê heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin, çalakiyên xwe bidomînin."

Endamê Însiyatîfa Gel Mihemed Mihemed jî bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û CPT′yê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

Di dawiyê de Mihemed wiha got: “Em ê têkoşînê bilind bikin, heta dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê ku sûcên li Îmraliyê pêk tên, aşkera bikin.”

ANHA