Şêniyên Reqayê sersaxî  ji malbata şehîd Beşar El Sayah re xwest

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Beşar Xelef El Sayah re xwest. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da.

2 sibat, 2025   14:37
REQA

Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbiya sersaxî dan malbata şervanê QSD`ê Beşar Xelîf El Seyah ê ku di 29’ê Çileyê de dema li bajarê Dêr Hafirê erka xwe pêk dianî şehîd bûbû.

Merasîm li ber deriyê mala şehîd a li bajarê Reqayê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Meclisa bajarê Reqayê Heyfa Muslim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Heyfa got: "Şehîd ne tenê navên di rûpelan dîrokê de ne, lê belê ew in ku ji bo xatirê welatê xwe û malbatên xwe tiştên herî bi nirx feda kirin. "

Heyfa soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna hêviyên wan da.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî jî axivî û got: "Şehîd Beşar canê xwe ji bo xaka xwe feda kir, lewma em soza şopandina rêya wî û hemû şehîdên azadiyê didin. "

Zuleyxa berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir û got, "Bendava Tişrînê bûye bendava fedaiyan. Me dît ku dayik, bav, keç û ciwanên me çawa bendavê diparêzin, ji ber ku xwedî vîneke bêhempa ne. "

Piştî xwendina wesîqeya şehîd, merasîm bi durişmên "bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd" bi dawî bû

(k)