Hêzên Îsraîlê erebeya desthilata li Şamê kir hedef

Balafireke bê mirov a artêşa Îsraîlê li gundewarê Quneytra erebeyeke leşkerî ya hêzên desthilata Şamê bombebaran kir.

Hêzên Îsraîlê erebeya desthilata li Şamê kir hedef
2 sibat, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke bê mirov a bi çek a Îsraîlê li nêzî gundê Siweysa yê Quneytîrayê erebeyeke leşkerî ya hêzên desthilata Şamê bombebaran kir.

Der barê windahiyan de zanyarî nehatin dayîn.

 (bb)