Şêniyên kantona Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mehmûd Hisên

Şêniyên navçeyên kantona Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mehmûd Hisên û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdan têkoşînê mezin bikin.

21 kanûn, 2023   15:37
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, saziyên sivîl û ewlehiyê yên wan navçeyan li pêşiya avahiya firneya giştî ya li Çilaxayê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd El Ebdullah Hisên bûn. 

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Qehreman Mihemed axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Qehreman Mihemed soz da tevahî şehîdan ku parêzvanên mîrasa wan bin.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Çilaxayê Salih El Elî soz da ku di oxira parastina herêmê de têkoşînê mezin bikin.

Endama Rêveberiya Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên jî got ala serkeftinê ya ku şehîdan bi dest xistiye, dê bi têkoşîn û hevgirtina gel her tim bilind bimîne.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA