Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hesekê didome

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Hesekê destnîşan kir ku ji bo têkbirina komployên li dijî projeya neteweya demokratîk û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn mezin bikin.

21 kanûn, 2023   15:52
HESEKÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hesekê di çarçoveya pêngava Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, bi serdanên şênî, endamên saziyên sivîl, leşker, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên saziyên sivîl ên navçeyên Başûr û Bakur berdewam dike. 

Konê çalakiyê li nêzî Çerxerêya Cûdî hatiye vedan. Çalakgeran êlekên spî ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser hene, li xwe kirin.

Di çalakiyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Başûr a Hesekê Hemed Ubeyd axivî û got: "Divê gelê me ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê berdewam bike."

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM`ê Ferhan Dawûd jî got: "Astengiyên li pêşiya azadiya gelan, encamên îdeolojiyên kapîtalîst ên li dijî fikrên azad in."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, divê berxwedan were mezinkirin.

Çaverê ye ku Însiyatîfa Gel di dawiya çalakiyê de daxuyaniyekê bide.

(şx)

ANHA