Şêniyên Helebê: Em ê li qadan bin û banga azadiya Rêberê xwe bikin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku jiyana azad bi têkbirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: "Em ê li qadan bin û banga pêkanîna azadiya fîzîlî ya Rêberê xwe bikin û heta têkbirina planên dijmin berxwedana xwe dewam bikin."

14 mijdar, 2024   16:47
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji pêşiya hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi qada Meclisa taxa şehîd Gelhat ve bi rê ket.

Li wir, berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Menan Cafer got: "Gelê Kurd ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi fikrên wî ve girêdayî ne. Em ê her li qadan banga azadiya Rêberê xwe bikin û planên dijmin ên bi armanca qirkirin û hebûna me ku bi rêya ferzkirina pergala êşkence û qirkirinê pêk tîne, têk bibin."

Cafer diyar kir ku seranserî cîhanê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bandor bûye, ji ber ku ew maf û rûmeta her kesî di civakê de diparêze û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê çareser dike.

(mh/fr)

ANHA