Şêniyên Cizîrê gihaştin bendava Tişrînê

Karwanê ji bajarê Qamişloyê bi rê ketibû ku di nav de şêniyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê hene, gihaşte bendava Tişrînê.

Şêniyên Cizîrê gihaştin bendava Tişrînê
17 ÇILE, 2025   19:15
QAMIŞLO

Vê sibê ji bajarê Qamişloyê karwanek ber bi bendava Tişrînê bi rêketibû. Karwanê ji şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê pêk tê gihaşte bendav.

Karwanê şêniyan ji aliyê şêniyên kantona Firatê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ve, şêniyên herêmê ji 8`ê Çileyê ve nobetê li bendavê digirin.

Ev karwanê pêncan e ku digihêje bendavê. Karwanên nobet li bendavê digirin gelek caran ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin ku di encamê de heta niha 8 şênî şehîd bûn û 55 jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA