HPC`ê banga parastina bajar û saziyan kir

HPC`ê ya bajarê Til Temirê bang li şêniyan kir ku bajarê xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

HPC`ê banga parastina bajar û saziyan kir
HPC`ê banga parastina bajar û saziyan kir
17 ÇILE, 2025   19:26
HESEKÊ

Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên bajarê Til Temirê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên herêmê kir ku ji bo parastina herêmê bi dilxwazî çek rakin.

Hêzê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Hêzê destnîşan kir ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ye. Di dawiyê de bang li her kesî kir ku piştgiriya QSD`ê bikin, li eniyên paş bajar û saziyên xwe biparêzin.

(mh/şx)

ANHA