Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne

Şêniyên bajarê Çilaxayê teqezî bi girîngiya aştiyê, yekitiyê û hevgirtina gelan kir û got ew bi QSD`ê re ne.

Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Çilaxayê: Em bi QSD`ê re ne
28 kanûn, 2024   15:07
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li hember êrişên li dijî herêmê çalakiyek li dar xist û teqezî bi girîngiya aştiyê û yekitiyê kir.

Di çalakiyê de Şêx Murşîd Maşûq Xiznewî axivî û got: "Rejîma Baasê ji bo ku welêt parçe bike fitne di navbera pêkhateyan û êlan de derdixist."

Xiznewî diyar kir ku ruxmî wan hewldanan jî, pêkhateyan yekitiya xwe parast û got: "Hewldanên derxistine şerekî taîfî bi serkêşiya dewleta Tirk û çeteyan heye, lewma dive Ereb, Kurd û Suryan bibin yek û nekevin xefika dijminan."

Xiznewî got 14 sal e pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk de ji bo parastina ewlehiya herêmê gelek fedakarî kirin û ev yekitî li hember hewldanên rejîma Baas, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê bendeke asê bû.

Xiznewî bang li şêniyan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de yek bin, biratiya gelan biparêzin, rê nedin tu kesî ku vê yekitiyê têk bibe. 

Di dawiyê de Xiznewî îşaret bi berxwedana QSD`ê kir ku ji bo parastina rûmeta gel û hebûna wî û tunekirina planên qirkirinê, li ber xwe dide û wiha domand: "Divê her kes piştgiriya berxwedana şervanan bike, ji ber ku serkeftina QSD`ê serkeftina berxwedana gel li hember zilmê ye."

 (şx/k)

ANHA