Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin

Meclisên malbatên şehîdan ên li kantona Cizîrê bang li gelê Kurd û gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dora hêzên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ya siyasî kom bibin.

Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
Malbatên şehîdan: Li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kom bibin
28 kanûn, 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên li Til Temir, Til Birak, Şedadê, Amûdê, Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyan helwestên ku dibin sedema fitneyan rexne kirin û banga kombûna li dora hêzên leşkerî û rêveberiya siyasî kir.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyan li ber avahiyên meclisên malbatên şehîdan ên li bajarên navborî hatin xwedin.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji aliyê endama Kongra Star Nalîn Seydo ve hat xwendin. Daxuyaniya li Şedadê jî ji aliyê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec ve hat xwendin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Til Birakê jî Berqa El Salih daxuyanî xwend. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rimêlanê Silêman Hesen, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Faris Xelef, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Emîn û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Resûl daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, li gel geşedanên bilez ên li Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd li benda avakirina yekitiya neteweyî ye ku mafên Kurdan û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê mîsoger bike.

Di daxuyaniyan de îşaret bi girîngiya nîqaşên der barê rewşa siyasî û rêxistinî ya li Sûriyeyê de hate kirin û hate diyarkirin ku dewletên herêmê û cîhanê li gorî berjewendiyên xwe geşedanên li Sûriyeyê dişopînin.

Di daxuyaniyan de helwestên bi armancên derxistina fitne û şerekî navxweyî hatin rexnekirin û hate got ev helwest li ber êriş û dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedike.  

Di daxuyaniyan de bang li gelê Kurd û tevahî gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku li dora hêzên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ya siyasî kom bibin û li dijî kesên ku dixwazin fitneyan çêkin, çalakiyan bikin.

(bb)

ANHA

Şedadê

Tirbespiyê

 

Dêrikê

Til Temir

Til Birak

Amûdê

Girkê Legê