Şêniyên Çilaxa sersaxî dan malbata şehîd Mihemed Mistefa

Şêniyên bajarê Çilaxa û bajarokên derdora wê sersaxî dan malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Şehîd Mihemed Mistefa El Mihemed.

29 tebax, 2026   16:17
QAMIŞLO

Îro, şêniyên Çilaxa û bajarokên derdora wê, ligel nûnerên saziyên sivîl û xizmetguzariyê, li gundê Şebek, li rojavayê Çilaxa, kom bûn da ku sersaxiyê bidin malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mihemed Mistefa El Mihemed (Reşîd Sîpan), ku di 9`ê Çileya 2024`an de, dema ku beşdarî berxwedaa li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû, şehîd bû.

Merasîm bi deqeyk rêzgirtinê dest pê kir, piştre Mistefa Îbrahîm Silêman li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Çilaxa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Silman got, "Eger ne ji bo fedakariya van qehremanan bûya, em ê îro di ewlehî, rûmetê de nejîna û nifşên siberojê dê welatekî ku li ser edalet û wekheviyê hatiye avakirin nedîtiba."

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star, Selamat Remo jî got: "Li ser navê Kongreya Star, em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û bi rêya wan em hemû şehîdên azadiyê yên ku di bersiva banga parastina welat de canê xwe feda kirin bi bîr tînin."

Endamê Kongra Îslama Demokratîk li Cel Axa, Mela Îbrahîm Îsa jî axivî û banga lihevhatin û hezkirina di navbera gelan de kir û ji wan xwest ku nekevin nav hewldanên çêkirina nakokiyan.

Îsa got: "Em, gelên herêmê, divê li dijî hewldanên afirandina nakokiyan bisekinin û divê em li dora destkeftiyên şehîdên xwe bibin yek û bi hev re ji bo pêşxistina wan bixebitin.Î

Piştre, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ahîn Şiwêş belgenameya şehadetê xwend û radstî malbata şehîd kir.

Bavê şehîd, Mistefa El Mihemed, diyar kir ku ew ê heta serkeftinê têkoşîn û berxwedanê li ser şopa kurê xwe bidomînin.

Merasîma sarsaxiyê bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA