Li Laziqiyê baran barî û bahoz rabû

Li bajarê Laziqiyê baran barî û bahoz rabû di encamê de dar bi ser otombîlan de ketin û ziyanên madî çêbûn.

Li Laziqiyê baran barî û bahoz rabû
29 tebax, 2026   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Laziqiyê û derdora wî, roja Şemiyê baran barî û bahoz rabû ku bû sedema ketina çend dar û şaxan li ser otomobîlên li kolanên bajêr, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Tîmên xizmetguzarî, lênêrîn û parkan ên Meclîsa Bajarê Laziqiyê dest bi rakirina dar, şax û astengiyên din ên li rêyan kirin.

(k)

ANHA