Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn

Di çalakiyên salvegera Serhildana Qamişloyê de hate gotin fedakariyên şehîdên serhildanê bingeheke xurt ji bo şoreşeke berdewam ava kir, rejîma zordar hilweşand û planên wê yên gendel aşkera kirin. Her wiha hate diyarkirin ku Serhildana Qamişloyê ranewestiyaye.

Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
12 adar, 2026   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Bajarê Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya salvegera 22'yan a Serhildana Qamişloyê (2004) daxuyaniyên cuda dan. Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclisên taxan hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn û hate gotin: "Êrişa bixwîn a ku hêzên rejîma Baasê li djiî sivîlan pêk anîbû, rihê serhildanê li cem gelê Kurd venemirand, lê belê bû xaleke destpêkê ji bo serhildaneke berfireh ku li çend bajarên Sûriyeyê belav bû. Her wiha pêla têkoşîna ji bo maf, azadî û demokrasiyê ya Kurdan hejand.”

Di her du daxuyaniyan de hate diyarkirin ku qurbaniyên şehîdên serhildanê bûn bingeha şoreşeke berdewam ku rejîma zordar hilweşand û planên gendeliyê û parçebûnê di navbera pêkhateyan de eşkere kir. Her wiha hate destnîşankirin ku meşa ber bi civakek demokratîk, pirrengî, dadperwer ku bi qanûnê tê parastin û li ser bingeha hevkarî û wekheviyê ye, nesekiniye.

Di daxuyaniyan de ji bo siberojeke baştir a Sûriyeyê bang hat kirin û wiha hat gotin: “Em Sûriyeyekê dixwazin ku her kes bi dadmendî, giyanê hevkariyê, baweriya bi wekhevî û hevgirtinê beşdarî avakirina wê bibe.”

Li bajarê Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîdên serhildanê deqeyekê rêz hat girtin.

(bb)

ANHA

DIRBASIYE

HESEKE

TIL TEMIR