‘Salih Muslim şoreşgerekî doza kurdî bû’

Hevrê û xizmên şehîd Salih Muslim diyar kir ku jiyana Salih Muslim bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû û got “Salih Muslim xwe wek şoreşgerekî doza kurdî didît û tê dikoşiya.”

‘Salih Muslim şoreşgerekî doza kurdî bû’
12 adar, 2026   14:22
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Duh endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li nexweşxaneyeke Hewlêrê şehîd bû. Heval û xizmên wî ji ajansa me re axivîn.

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cibcîkar a bajarê Kobanê Mizgîn Xelîl sersaxî ji malbata şehîd Salih Muslim re xwest û got: “Duh kesayetekî neteweyî gihaşt asta şehadetê, em bi şehadeta wî xemgîn bûn. Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê û gelê Rojava re, ji malbata şehîd Salih Muslim re dixwazin."

Mizgîn Xelîl da zanîn ku Salih Muslim ji bo doza gelê Kurd her tim di nava têkoşînê de bû û wiha got: "Şehîd Salih bi temenê xwe yê mezin di nava têkoşîn û berxwedanê de bû û tu carî dest ji xeta berxwedanê berneda. Salih Muslim ji bo ji bo yekitiya Kurdan hemû jiyana xwe kiribû têkoşîn. Divê her kes xwedî li doza wî derkeve.”

Hevserokê Saziya Sotemeniyê ya Kobanê Nebo Temo destnîşan kir ku ew çi qasî behsa keda şehîd Salih Muslim bike têrê nake û wiha got: “Ez ji salên 1990`î ve Salih Muslim nas dikim. Ji wan deman heta roja îro ew di nava kar û xebatê de ye.”

Nebo Temo anî ziman ku Muslim xwe li ser felsefeya Rêber Abdulllah Ocalan perwerde kiribû û got: “Divê em jî xwedî li mîrasa şehîd Salih Muslim derkevin û ji bo doza ku wî dabû pêşiya xwe, li ser wê dozê bimeşin. Salih Muslim bavê şehîdan bû û bi xwe jî bû şehîd.”

Hevrêyê Salih Mislim Ehmedê Pîrê got ew bi şehadeta Salih Muslim serbilind e û wiha got: "Di kesayeta hevrê Salih Muslim de em têkoşîn û berxwedana ji bo doza kurdî dibînîn. Dema mirov li wî dinêrî dilê mirov ji bo azadiyê lê dida û şad dibû.”

Ehmedê Pîrê soz da ku ew ê şorepên Salih Muslim be û got: "Em ê xewn û xeyalên hevrê Salih pêk bînin.”

Ji xizmên Salih Muslim, Muslim Muslim jî der barê têkoşîna şehîd Salih Muslim de wiha got: "Me çavên xwe vekirin Salih Muslim di nava tevgerê de bû û ji bo doza Kurdan têkoşiya. Wî jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir û heta kêliya dawiyê ya jiyana xwe ji bo mafên gelê Kurd tê koşiya û xewn û xeyala wî azadiya gelê Kurd bû.”

ANHA