Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê

Cenazeyê şervanê QSDˈê Kendal Efrîn, li bajarê Qamişlo ji aliyê sedan kesan ve hat oxirkirin.

Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
Şehîdê QSD’ê li Qamişlo spartin axê
11 ÇILE, 2025   16:07
QAMIŞLO

Cenazeyên şervanê QSDˈê Kendal Efrîn (Semîr Ereb) ê 7ˈê Çileyê (2025) ji ber nexweşiyekê şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê bi merasîmekê, spartin axê.

Endamên saziyên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan, oldar, rûpsî, hiqûqnaas, nivîskar, rewşenbîr, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî û bi sedan şêniyên bajar (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen) beşdarî merasîmê bûn.

Cenazeyê Şehîd Kendal ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê hat wergirtin û bi meşê anîn Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan. Cenaze li pakrewangehê jî, ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Cibraîl Mistefa piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest got: "Bi navê gelê Efrîn û Şehbayê em nameyekê ji şehîdên çiyayên Efrîn û Hawarê re dişînin ku em şopdarên rêya we ne. Berdêl çi dibe bila bibe em ê bidin. Her wiha em ji Erdogan re û dagirkerên Kurdistanê re dibêjin, hewldanên wê yên jihevbirina Kurdan wê bi ser nekevin. Em ê bi têkoşîna xwe îsbat dikin ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê yek in."

Cibraîl Mistefa bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker dema êrişên xwe yên dagirkirina Efrînê armanc dikir ku îradeya gel bişkîne û gel bê moral bihêle û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê berxwedêr ku bersiveke durist da Erdogan û hevkarên wî  îsbat kirin ku rûmeta gelê şoreşger têk naçe."

‘DÎROKEKE NÛ YA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ’

Bi navê hêzên leşkerî Mihemed Nezîr Sofî jî di merasîmê de soza domandina têkoşînê da û got: "Em ji Erdoganê faşîst û hevkarên wî re dibêjin êdî Kurd ne yê berê ne. Îro roja xwişk û biratiya gelan e. Roja  neteweya demokratîk e. Wê projeya Rêveberiya Xweser bi ser keve."

Mihemed Nezîr Sofî bi bîr xist ku di dîrokê de çiqasî hewl dan gelê Kurd tune bikin, lê Kurd tune nabin û wiha pê de çû "Koka gelê Kurd kûr e. Berxwedana niha li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê tê kirin di dîrokê de tê nivîsandin. Cîhan vê berxwedanê dibîne û dibîne çawa dewleta Tirk a dagirker ji cenazeyên me ditirse."

Di dawiya merasîmê Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî, bi bîr xist ku ji bo hevalên wan ên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên 19’yê Kanûna 2024’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, 6’yê çileyê merasîm hatibû lidarxistin. Piştî merasîmê jî li ser daxwaza malbatên wan, hewl hatiye dayîn ku cenazeyan bişînin Bakûrê Kurdistanê, lê dewleta Tirk malbat bi rojan li ser sînor asteng kirine û destûr nedaye. Cizirî astengkirina dewleta Tirk şermezar kirin û got ku di tu pîvanên exlaqî, civakî, yasasî û peymanên navnetewî de tiştek bi vî rengî nîn e.

Dilyar Cizîr da zanîn ku ji ber astengkirinê, ew ê îro cenazeyên hevalên xwe yên şehîd li Pakreşangeha Ş. Delîl Saruxan bispêrin axê.

Dilyar Cizîrê soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe dengê heqîqetê qut bike."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Kendal hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de girse cenazeyên şehîd Kendal bi dirûşme û tîlîliyan spart axê.

Cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî, ji bo definkirinê anîn pakrewangehê.

(bb)

ANHA