Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê yê şehîd Ebdulkerîm Ehmed El Dawud bi merasîmekê bi Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê hat oxirkirin.

Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
Şehîd Hogir li Şedadê hat oxirkirin
1 cotmeh, 2024   15:14
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê Hogir (Ebdulkerîm El Dawud) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a bajêr spart axê.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre endamê Melisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed El Xelîl axivî.

El Xelîl di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û got: "Şehîd di rêya avakirina civakeke demokratîk de canê xwe didin. "

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Ferec jî di axaftina xwe de da zanîn ku şehîd Ebdulkerîm erka xwe ya pîroz a parastina gel û xaka xwe bi cih anî û tev li karwanên nemiran bû.

El Ferce soz da ku dê xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û ji bo pêkanîna xeyalên wan tê bikoşin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tîlîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

Şervanê QSD’ê Hogir (Ebdulkerîm El Dawud) 28’ê Îlonê dema erka xwe bi cih dianî, li bajarokê Bisîra yê Dêrazorê şehîd bûbû.

(bb)

ANHA