Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin

Di merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Elî El Awad de soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê hate dayîn.

Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
Şehîd Elî El Awad li Qamişloyê hate oxirkirin
1 cotmeh, 2024   15:00
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Seyd Qamişlo (Elî Casim El Awad) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê oxir kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Casim axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Fatme wiha domand: "Ji vir ji vî cihê pîroz em bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin. Îro şehîdê leheng Elî El Casim jî tev li wan bû. Em ji malbata wî re dibêjin, serê we sax be. Me ji cîhanê re îsbat kir ku em gelek in."

Dûre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û got: "Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê herî dawî li Dêrazorê îsbat kir ku ev gelê berxwedêr hevgirtî ye."

Sofî soz da Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo edaletê û wekheviyê şopdarên şehîdan bin.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata hate kirin. Piştre girseyê cenazeyê şehîd spar axê.

(şx)

ANHA