Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê

Endama TEV-DEM’ê Êva Elî ku di qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê hat oxirkirin.

Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
Endama TEV-DEM’ê Şehîd Êva Elî spartin axê
9 nîsan, 2024   14:26
QAMIŞLO

Êva Elî ku 30’ê Adarê di encama qezayekê de şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat oxirkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, endamên TEV-DEM û Kongra Star û bi sedan şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ayda Îbrahîm axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo pêkanîna jiyaneke azad. Ayda Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir Salih berxwedana şehîdan bi "Lehengane" bi nav kir û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên ku ji bo welat canê xwe dane ditewînin. Bîranîna şehîdan dê di dilê me tevan de zindî bimînin."

Dayika şehîd Êva Elî, Leyla Hibo soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Cenazeyê şehîd Êva bi tilîliyên dayikan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîd Êva Elî konê sersaxiyê nêzî Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan vedaye.

)bb)