Ji Kongreya Îslama Demokratîk peyama cejnê

Kongreya Îslama Demokratîk cejna Remezanê li cîhana îslamê pîroz kir û hêvî kir ku bibe bidawîbûna êşa gelê Sûriyeyê.

Ji Kongreya Îslama Demokratîk peyama cejnê
9 nîsan, 2024   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya cejna Remezanê daxuyaniyek da.

Kongreyê cejna Remezanê pîroz kir û wiha diyar kir: “Em wek Kongreya Îslama Demokratîk cejna Remezanê li hemû bawermend, misilman û gelên Sûriyeyê, herêmê û cîhanê pîroz dikin. Cejn dê bibin wesîleya şiyarbûna wijdanê mirovî û serdestiya tolerans û dilovaniyê di nava mirovan de. Ji ber ku em li Sûriyeyê dijîn ku êş û azara şerê ku bûye sedema mirina bi deh hezaran û koçberkirina bi sed hezaran gelê Sûriyeyê; Kurd, Ereb û Suryan, em bi hêvî ne ku ev cejn dê bibe destpêka bidawîhatina karesat û azarên gelê me yê Sûriyeyê û her koçber dê vegere ser axa xwe û bi taybetî em xwişk û birayên xwe yên gelê xwe yê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pîroz dikin.”

Em cejna Remezanê li alema îslamê, gelên herêmê û gelê Kurd pîroz dikin û bi hêvî ne ku rojên cejna Remezanê û rojên piştî wê bi xwe re bîne.”