Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin

Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Beşar Xilêf El Seyah li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê spart axê.

Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
Şehîd Beşar El Seyah hate oxirkirin
1 sibat, 2025   14:31
REQA

Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Beşar Xilêf El Seyah ku 29’ê Çileyê li Dêr Hafirê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê yê Reqayê hat oxirkirin. Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclis û komînan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer Îbrahîm El Hemûd axivî û got: "Em sersaxiyê ji xwe, ji malbata şehîd Beşar û hevalên wî re dixwazin. Em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin; hûn gelên me qetil dikin. Em dixwazin hedîsa Mihemed pêxember bînin bîra we ku rijandina xwîna misilmanan, talankirina milkên wan û rûmeta wan heram dike."

El Hemûd diyar kir ku ew ê heya pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.

Ji fermandarên Hêzên Komandos ên QSD’ê Mihemed El Hindawî jî diyar kir ku şehîd Beşar bi lehengî şer kir û bi rûmet şehîd bû û wiha domand: "Şehadeta Beşar ji bo me serbilindahî ye, wê her tim di rûpelên dîrokî de zindî be. Em soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan; rêya serkeftin û şehadetê bin. Em hêzên xwe yên li eniyên berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav dikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Beşar hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Beşar bi dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê spart axê.

(bb)

ANHA