Li Bendava Tişrînê awazên berxwedana li dijî dagirkeran

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî muzîka ku li bendava Tişrînê tê lêxistin, biryardariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya xwedîderketina li nasnameya xwe ya çandî, parastina destkeftiyên xwe yên dîrokî û parastina mîrateyên xwe yên kevnar nîşan dide.

Li Bendava Tişrînê awazên berxwedana li dijî dagirkeran
1 sibat, 2025   14:15
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Li bendava Tişrînê ku berxwedana gel lê didome, komên muzîkê ji bo çalakvanan muzîk û stranan pêşkêş dikin. Awaz û stranên berxwedanê biryardariya gel ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan didin.

Berxwedana nobedariyê li dijî êrişên dagirkeriyê û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di 8’ê Çileyê de dest pê kir û şêniyên kantona Firatê ber bi bendavê ve ketin rê. Ev berxwedan roj bi roj berfireh bû û şêniyên kantonên Cizîrê, Reqa, Tebqa û Dêrezorê jî tev lê bûn. Şênî li dijî êrişên dagirkeriyê bûne yek deng.

Îro berxwedana li bandava Tişrînê kete roja xwe ya 25’an û dengê stranên folklorîk bi zimanên cuda yên herêmê, bi kurdî û erebî, li ser bendava Tişrînê bilind bûn. Ev dîmen yekitiya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî hewldana jihevparçekirinê nîşan dide.

NÎŞANA BERXWEDAN Û HEVGIRTINÊ

Bendava Tişrînê êdî ne tenê dezgeheke avê ye, lê veguheriye qadeke têkoşînê ku vîna gel bi awazên muzîkê dibin yek. Deng û awazên stranên gelêrî ji hemû cîhanê re peyameke wiha dide ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê axa xwe û nasnameya bernadin û ew dikarin bi hemû şêweyên berxwedanê destkeftiyên xwe biparêzin.

Li ber dengê def û awazên ûdê, çalakî berdewam dikin û tekez dikin ku muzîk ne tenê mîrateyek çandî ye, belkî ruhekî jîndar e ku sekna gelê ku serî hilnade û israr dike ku siberoja xwe bi melodiyan xêz bike, nîşan dide.

(k)