Şehîd Avaşîn, Zozan û Şahîn li Hesekê hatin veşartin

Bi sedan xelkê bajarê Hesekê û bajarokên wê cenazeyên şehîdên YPJˋê û QSDˋê û cenazeyê welatiya di êrişa karwana gel a li Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

11 ÇILE, 2025   16:21
HESEKÊ

Meclsia Malbatên Şehîdan a Hesekê ya Kantona Cizîrê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Avaşîn Efrîn (Ezîze Idrîs Ferhan), şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şahîn (Mihemed Ehmed Sincar) û welatiya bi navê Zozan Feysel Hemo li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir kirin. Avaşîn Efrîn di 3ˋyê Çileyê de, Şahîn di 7ˋê Çileyê de û Zozan Feysel Hemo di êrişa karwana gel a li Bendava Tişrînê de di 8ˋê Çileyê de, şehîd bûn.

Di merasîmê de xelkê bajêr, şêx û rûspiyê neşîrên herêmê, hêzên leşkerî û ewlehî û nûnerên saziyan beşdar bûn.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Fatme El Elî axivî û her sê şehîd bi bîr anîn û got armanca hedefgirtina jinan vîna wan a azad bişikînin.

Fatme wiha domand: "Jinan di Şoreşa Rojava de destanên lehengiyê nivîsandin. Em serbilind in ku ji neteweyeke nîvê zarokên wan şehîd û nîvê din jî li eniyan in."

Her wiha fermandara YPJˋê Evînda Denîz berxwedana şervanan a li eniyan silav kir û got: "Em şervanên azadiyê ji cîhanê re aşkera dikin ku wê berxwedana me bidome, em ê herêm, gel û destkeftiyên xwe biparêzin. Serkeftina me serkeftina mirovahiyê tevahî ye."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Guljîn Ehmê wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA