Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin

Şervana YPJ'ê şehîd Agirî Zagros bi merasîmkê li Kobanê hat oxirkirin.

Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
Şehîd Agirî Zagros hat oxirkirin
19 gulan, 2026   15:44
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê şervana Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Agirî Zagros (Zeyneb Eto) ku di 18`ê Çileyê de li Reqa şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmekê oxir kir.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Sara Xelîl sersaxî ji malbata şehîd Agirî Zagros re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Sarayê got: "Şehîd Agirî her tim di nava têkoşînê de bû. Bê dudilî tê koşiya. Em bi saya şehîdên xwe li vir in. Em ê jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin.”

Ji rêveberên Meclisa Leşkerî a Kobanê Mehmûd Dêmo jî sersaxî ji malbata şehîd Agirî Zagros re xwest û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û şoprêdan doza şehîdan bin û wiha got: "Berxwedana me bi saya şehîdên me ye. Em Kurd in, em hene û em ê her tim hebin. Em soz didin heta dawiyê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin."

Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd Agirî Zagros hate xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Agirî Zagros bi tilîlî û dirûşmên "Şehîd namirin" spart axê.

(sş/bb)

ANHA