Nerazîbûna li hember buhayê genim zêde dibe 

Li Hesekê, Dêrazor û Reqayê nerazîbûn li hember buhayê genim ê ku hikumeta demkî diyar kiriye, zêde dibe.

Nerazîbûna li hember buhayê genim zêde dibe 
19 gulan, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Sûriyeyê mîna Hesekê, Dêrazor û Reqayê xelk li hember buhayê genim derketin xwepêşandanan û nerazîbûna xwe diyar kir. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêma Xirbe El Temir a Dêrazorê cotkaran rêya Ebyed biriye û nerazîbûna xwe li hember buhayê genim nîşan da.

Xwepêşandêran anî ziman ku buhayê genim ê diyarkirî gelekî kêm e û ew nikarin heqê çinînê bidin. Her wiha got gubre, tov û madeyên sotemeniyê biha dibin û wan tenê carekê para xwe ya mazota ji bo çandiniyê wergirtiye. Ev yek jî barê çandiniyê li ser wan giran dike.

Xwepêşandêran anî ziman ku hikumeta demkî herêmên wan paşguh dike û dibe ku ev yek bandorê li siberoja çandiniyê bike.

Li gundewarên rojavayê Dêrazorê jî şêniyên bajarokê Cezra û Kesra derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de xwestin kooperatîfên çandiniyê çalak bikin û destekê bidin cotkaran.

Li Qamişloyê jî cotkar li pêşiya navenda El Berîd derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de li hember buhayê genim nerazîbûna xwe anîn ziman.

(np)