Saziya Giştî ya Pembo hat nûkirin

Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saziya Giştî ya Pembo nû kir. Ew sazî ya Desteya Çandinî û Avdanê ye û li gorî pêwîstiyan şaxên wê li kantonan tên vekirin.

Saziya Giştî ya Pembo hat nûkirin
18 tîrmeh 2024   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê diyar kir ku Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara bi hejmara 216ˊan a ji bo nûkirina Saziya Giştî ya Pembo derxist. 

Saziya Giştî ya Pembo dê bi kirîn, depokirin, firotin, rêxistinkirin û pêşxistina çandiya pembo re mijûl be. Her wiha biryar hat dayîn ku sazî girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û dê şaxên wê li gorî pêdiviyan li kantonan werin vekirin.

Navenda Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê destnîşan kir ku desteyê dest bi wergirtina pembo kir. Desteyê rêveberiya saziyê ji bo wê wergirtina pembo erkdar kir û navendên kirînê amade kirin. Her wiha desteyê bi rêveberiya mehleca Hesekê re ji bo tamîrkirinê hevkarî kir.

(mg/fr)