Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike

Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi projeya avakirina garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê li ser Hîzama Bakurê bajêr kir.

Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
Şaredariya Qamişloyê garacek nû ji bo wesayîtên xizmetê ava dike
9 tîrmeh, 2026   16:59
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di çarçoveya projeyên xwe yên pêşxistina binesaziya beşa veguhastinê û başkirina xizmetguzariyên bo şêniyan de Şaredariya Gel a Qamişloyê ya herêma Cizîrê dest bi projeya avakirina garacek nû ya wesayîtên xizmetê kir.

Garac li Hîzama Bakur li aliyê rojhilatê bajêr, di navbera Çerxerêya Şehîdan a li taxa Enteriyê û çatrêya stasyona kevin de ye. Li nêzî Nexweşxaneya Koronayê ye. Rûbera wê 10 hezar û 400 metreçargoşe ye.

Garac ji 3 têketinan pêk tê; yek ji bo ketina wesayîtan, ya duyemîn ji bo derketinê û ya sêyemîn jî ji bo derbasbûna welatiyan bi meşê ye.

Wê di qonaxa yekemîn de zemînê garac, peyarê, kanalîsazyon werin çêkirin, dûre enterlokê were reşandin û piştre qîrkirin.

Şaredariyê dema bidawîkirina projeyê destnîşan nekir.

Şaredariyê diyar kir ku ev proje di çarçoveya çareserkirina qerabalxia trafîkê, başkirina rewşa veguhastina hundirîn de pêk tê. Piştî ev proje bi dawî bû, wê garacek ji bo basan li aliyê başûrê garaca wesayîtên xizmetê bê avakirin.

(fr)

ANHA