Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû

Zanîngeha Kobanê bi diruşma "Li pey bîra reng û gotinê, werin em bi hev re mîrasa xwe ya folklorê berz bikin" çalakiyek hunerî û folklorî organîze kir.

Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
Çalakiya hunerî û folklorî ya li Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
9 tîrmeh, 2026   16:47
KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê çalakiyek hunerî û folklorî bi diruşma "Li pey bîra reng û gotinê, werin em bi hev re mîrasa xwe ya folklorî berz bikin" li avahiya xwe ya başûrê Kobanê bi amadebûna sedan xwendekaran, rewşenbîr û akademisyenan li dar xist. çalakiyê 2 rojan dom kir.

Çalakî bi axaftina Rêveberê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim vebû, ku girîngiya parastin û veguhestina folklorê ji nifşekî bo nifşekî din tekez kir. Mislim rola zanîngehê di belgekirin, lêkolîn û vejandina folklorê de destnîşan kir û da zanîn ku folklor ji bo nasnameya gelan bingehîn e. Parastin û pêşxistina wê bi riya çalakiyên akademîk û hunerî pêwîst dike.

Di bernameya roja yekem de koma Zanîngeha Kobanê stranên folklorî pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de semînerek ji aliyê Dr. Hêvîn Hanan ve bi navê "Çîrokvegotin di Nav Gelê Kurd ê Feqîr de" hat pêşkêşkirin, ku tê de wê taybetmendiyên çîrokên gelêrî û rola wan di parastina bîra civakî û dîroka civakê de nîqaş kir.

Her wiha pêşangehek wêneyî û berhemên folklorîk hat vekirin, ku hejmarek amûr, wêne û berhemên ku aliyên mîrasa çandî nîşan didin, nîşan dan.

Bernameya roja yekem ya ahengê bi amadebûna komek stranbêjên kevneşopî bi dawî bûn. Di atmosferek ku rastbûna mîrasa folklorîk nîşan dida de komek ji stranên kevneşopî pêşkêş kirin û bi çepikên germ ji aliyê temaşevanan ve hatin pêşwazî kirin.

Di roja duyemîn de jî sînevîzyonek li ser jiyana hejmarek hunermendên Kurd weke Baqî Xido, Mişo Bekaborî, Ehmed Şêox û hunermendên din ên Rojavayê Kurdistanê hat pêşkêşkirin, helbest û stranên curbicur hatin gotin.

Têkildarî mijarê, Şervan Mislim ji ajansa me re axivî û got: "Me çalakiyek hundirî û folklorî 2 rojan li dar xist. Armanc ji vê yekê beriya destpêkirina ezmûnên dawî yên zanîngehê em moralê xwendekarên xwe bilind bikin. Ji vê girîngtir jî erka me ye ku em mîna van çalakiyên ku parastina mîrasê dikin, belge dikin li dar bixin."

Mislim di dewama axaftina xwe de got: "Îro pêşandanên hunerî, çandî û folklorîk hatin pêşkêşkirin. Sînevîzyonek li ser jiyana hunermendên Kobanê, Efrîn û Cizîrê hat pêşkêşkirin."

 Di dawiyê de Mislim anî ziman ku armanc ji van çalakiyan mîras û çanda Kurdî ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin.

(fr)

ANHA